HDP ji rûdan a krîzê desthilatê tewanbar dike

HDP dibêje, kesên dibêjin krîz nîn e derewan dikin û Tirkiye di encamê siyaseta desthilatê bi zanebûn gihîştiye vê encamê

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP dibêje, kesên dibêjin krîz nîn e derewan dikin û Tirkiye di encamê siyaseta desthilatê bi zanebûn gihîştiye vê encamê.

Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç, da xuyakirin, bêhiquqiya Rewşa Awarte bûye sîstema rêvebirina Tirkiyê. Gendelî û xercên zêde yên dewletê jî, bûye sedemê bêbaweriyê û jiber vê krîz rû daye.

Da zanîn, piştî hilbijartinan Lîreya Tirkiyê  ji sedî 33 nirx wenda kiriye, welat ji destê desthilatê ber bi tunekirinê tê birin.

Oluç got, desthilat bi armanca xapandinê dibêje ku, neyarên derve hember Tirkiyê operasyon pêk tîn in. Lê ev yek nerast e û ji hikûmetê dixwazin demildest di warê siyasî, civakî û aborî de gavên pêwîst bavêje.

 

 

C.B