Işik: Piştî Mûsilê derbarê Başîka de diaxifin!

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand ku, “babeta vekişandina hêzên Tirkiyê ji Başîkê, ew piştî bidawîbûna operasyona Mûsilê dikarin bigirin dest”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand ku, “babeta vekişandina hêzên Tirkiyê ji Başîkê, ew piştî bidawîbûna operasyona Mûsilê dikarin bigirin dest.”

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fikrî Işik diyar kir, ku “Hebûna hêzên Tirkiyê li Başîk ji pêwîstiyê tê. Ev ne li gor keyfa me ye, lê li gor pêwîstiyên ewlehî û netewî yên Tirkiyê hatiye pêkanîn. Li ser yekîtiya xaka Iraqê ti raman di serê me de nînin, divê Iraq jî gûmanan ji me neke.”

Herwiha Işîk got: “Gava herêm ji terorîstan rizgar bû, DAIŞ nema û rêxistinên din ên terosît li deverê nemînin, em dikarin vekşandina hêzên xwe ji Iraqê gengeşe bikin.”

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim roja 7 vê mehê serdana Bexdayê kiribû û ligel berpirsên hikûmeta federal ya Iraqê civiya bû û rêkeftineke hevbeş bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li ser vekişandina hêza Tirkiyê ya li Başîkê lihev kiribûn, lê dem û çawaniya vekişandina wê hêzê nehatibû diyarkirin.