Beşîr Hedad: Piraniya kêşeyên Kurdan li gel Bexdayê ne

Beşîr Hedad: Tevî ku hîn Kurd çarçoveya Iraqê de ne, lê piraniya kêşeyên Kurdan li gel Hikûmeta Bexdayê ne, lewra hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê diwem ê Serokê Perlemana Iraqê (Dr. Beşîr Xelîl Hedad), di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re got: Tevî ku hîn Kurd çarçoveya Iraqê de ne, lê piraniya kêşeyên Kurdan li gel Hikûmeta Bexdayê ne, lewra hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e û pêwîst e em vî erkî ji bo xizmetkirina gelê me û bicîkirina destûrê bikar bînin.

Cîgirê Diwem ê Serokê Perlemana Iraqê got jî: Pêwîst e Kurd li Bexdayê kar ji bo kêmkirina nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê, di çarçoveya destûrê de bikin.

Derbarê wergirtina postê Cîgirê Serokê Perleman, Dr. Beşîr Hedad tekez kir, ku ew post ne postekî teşrîfî ye, lê postekî teklîfî ye.

Di rûniştina îro ya Perlemana Iraqê de, Dr. Beşîr Xelîl Hedad, ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek cîgirê diwem ê Serokê Perlemana Iraqê hat hilbijartin.

N.O