“Amerîka şerê cîhanê yê sêyemîn dike”

“Amerîka şerê cîhanê yê sêyemîn dike” bi vê navnîşanê Anton Caplîn gotarek di rojnameya “svobodnaya pressa” a Rûsî de li ser şerên Amerîka li dijî welatên ku dixwazin xwe ji hejmûna wî welatî rizgar bikin nivîsî.

K24 – Navenda Nûçeyan

“Amerîka şerê cîhanê yê sêyemîn dike” bi vê navnîşanê Anton Caplîn gotarek di rojnameya “svobodnaya pressa” a  Rûsî de li ser şerên Amerîka li dijî welatên ku dixwazin xwe ji hejmûna wî welatî rizgar bikin nivîsî.

Di gotarê de hat, Amerîka di salên dawî de şerên aboriyê li dijî welatên ku daxwaza serxwebûna aboriya xwe ji Amerîka kirine dike. Îro li Washington sizayên bêdawî li dijî Rûsya û li ser hawerdekirina ji Tirkiyê tên sepandin.

Li gor nivîskarê gotarê, Tirkiyê gelek ziyan ji şerê bazirganiyê ya Amerîkayê dîtiye, ji destpêka îsal ve Lîreya Tirkî ji sedî 20 ji nirxê xwe winda kiriye û îro jî di nizmtirîn asta xwe ya di dîrokê de ye.

Nivîsiye jî, ji ber wî şerî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji meha Gulana bûrî de daxwaz ji welatiyan kirk u ji Dolara Amerîka rizgar bibin û vegerin bazirganiyê bi Lîreya Tirkî bikin.

Herwiha Tirkiye dixwaze bi hevpeymanên xwe yên aboriyê yê sereke wek Rûsya û Çînê re bi pereya niştimanî bazirganiyê bike. Li gor Erdogan, dê bi vî awayî ji fişarên Amerîkayê yên aborî û siyasî rizgar bibe.

Derbarê pirsa “Fişarên Amerîka yên li ser Tirkiyê dê Mosko û Enqerê ji hevûdu nêzîk bike” de mezinê lêkolîneran ê di Peymangeha Lêkolînên Rojhilat a Rûsyayê de Mikhail Roşîn got:

“Diyar e ku siyaseta Trump, hevsengiya siyasî ya di civaka navdewletî de diteqîne. Em wê di pêwendiyên nû yên Amerîka bi hevpeymanên wê yên Ewropî de dibînin. Bawer im di rewşa niha de Mosko û Enqer dê bêhtir ji hev nêzîk bibin.”

 

Jêder: RT

 

S. B