Li Wan û, 178 penaberên hatin desteserkirin

Li Wan û Muglayê, 178 penaberên ku xwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatin desteserkirin.

K24- Hewlêr

Li Wan û Muglayê, 178 penaberên ku xwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendermeyên Tirkiyê ya Wanê, li navçeya Elbakê, 137 penaberên ku bi rêyên neyasayî derbasî nav sînorê Tirkiyê bûne, desteserkirin.

Li gor agahiyan, piraniya penaberan welatiyên Efxanistan, Pakistan û Filîstînê ne. Penaber piştî lêkolînên tendirustiyê radestî daîreya Koçberan hatin kirin.

Li navçeya Bodruma Muglayê jî, 41 penaberên ku xwestin derbasî giravên Yunanistanê bibin, di nav derya Egeyê de hatin desteserkirin. Li gor agahiyan, penaberên di nav belema lastîk de hatin destserkirin, welatiyên Filîstîn, Sûriyê ne.