Xameney: Mafê Welatên Rojava nîn e, behsa hebûna me li Iraq û Sûriye bike

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê dibêje, hebûna hêzên wan li Suriyê û Îraqê ti peywendî bi ti welatekî ve nîn e, û ne ji mafê welatên Rojava ye, behsa vê yekê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê dibêje, hebûna hêzên wan li Suriyê û Îraqê ti peywendî bi ti welatekî ve nîn e, û ne ji mafê welatên Rojava ye, behsa vê yekê bikin.

Elî Xameneyî di daxûyaniyekê de bi helkefta cejna Newrozê ragihand, hebûna Îranê li her welatekî navçeyê li ser daxwaza hikûmetên wan welatan bû, û ew ên bi wan sedeman rexneyan li Îranê digrin, mafê axaftinê jî nîn in.

Xameneyî got jî, ew welat destwerdanê di karûbarên hemû welatên cîhanê de dikin, lê rexneyê li Îranê digrin, ku ji ber çi li Îraq û Suriyê ye.

 

 

C.B