Hevserokê DBPê hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan li bajarê Edeneyê hate binçavkirin.
Hat zanîn Mehmet Arslan li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê hatiye girtin. Debarê sedema girtina Hevserokê DBPê de bi hinceta dosyeya wî nehênî ye heta niha ti agahî belav nekirin.
Polîsan di mala ku Merhmet Arslan lê dima de bi awayekî berfireh lêgerîn kirin.
Hevserokê DBPê berî niha 10 rojan li bajarê Wanê hatibû binçavkirin, lê piştre serbest mabû.