Rûsya: Sizayên li dijî Îranê şaştî ne

Wezîrê Enerciya Rûsya: Sizayên Amerîkî, yên biryar e, di Mijdara dahatî de, li ser Îranê bên sepandin ne di cihê xwe de ne û wê karvedanên wan hebin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Enerciya Rûsya (Alexander Novak) ragihand, ku sizayên Amerîkî, yên biryar e, di Mijdara dahatî de, li ser Îranê bên sepandin ne di cihê xwe de ne û wê karvedanên wan hebin.

Di daxuyaniyekê de ji bo dezgeha CNBC re, Wezîrê Enerciya Rûsya ragihand: Em di wê baweriyê de ne, ku ew sizana şaş in û bê berhem in.

Alexander Novak got: Baştir e karkirin di bazarên cîhan de berdewam be, Îran jî yek ji wan hinardekaran e ku aramiyê ji bazaran re peyda dike.

Novak diyar kir, ku Îran welatekî dewlemend e bi samanên siruştî, lewra wê karvedan ji wan sizayan re hebin.

Navhatî hişyarî da û got: Dema ku ew sizana bên bicîkirin, emê helwesta xwe bidin xuyakirin.

Bi sedema zêdebûna hejmûna Îranê li ser Iraq, Sûrya, Yemen û Lubnanê û dijatiya wê ji Amerîka re li navçeyê, serokê Amerîka Donald Trump, kişandina welatê xwe ji rêketina etomî ya li gel Îranê ragihand, piştre sizayên tund li ser Îranê sepand û biryar e di Mijdara dahatî de, sizayên tundtir li ser Îranê bisepîne.

N.O