Tankeke Tirkiyê bi tundî sengereke YPGê bordûman dike

Ew şer li bajarokê Raco li gundewarê Efrînê çêbûye û artêşa Tirkiyê bi tankeke Almanî ji corê "Lyopard" êrîşî wî sengerî dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê berdewam e û şer û pevçûnên dijwar di navbera wê û şervanên YPGê de diqewimin.

Li gorî vîdyoyekê, ku medya fermî ya Tirkiyê belav kiriye, artêşa wî welatî bi tank û zerîpoşan, sengerekî YPG bi tundî bordûman dikin û ji ezman ve kamîre dîmenên wî şerî dikşîne.

Di vîdyoyê de tê dîtin, ku çend şervanek li aliyê sengerê YPG tevdigerin û tankeke artêşa Tirkiyê piştî ku ji ezman ve wê tevgera şervanan dibîne, wî sengerî bordûman dike.

Ew şer li bajarokê Raco li gundewarê Efrînê çêbûye û artêşa Tirkiyê bi tankeke Almanî ji corê "Lyopard" êrîşî wî sengerî dike.