Mattis: Me li gel Tirkiyê lihev kiriye ku navçeyên rizgarkirî radestî xelkê wan bikin

Wezîrê bergiriyê Amerîka: Êrîşkirina ser cihekî weke Efrînê, ku heya niha ti şer têde çênebûye, gaveke ne erênî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergiriyê Amerîka James Mattis ragihand, ku ew ji bizavên Tirkiyê derbarê gerentîkirina ewlehiya sînorên wê, tê digehin, lê êrîşkirina ser cihekî weke Efrînê, ku heya niha ti şer têde çênebûye, gaveke ne erênî ye.

Mattis got jî: "Em li gel Tirkiyê li ser mîkanizmekê rêketine û herdu alî rêketine ku navçeyên rizgarkirî ji aliyê xelkê wan navçeyan bixwe ve bên birêvebirin û ewê hemû gavên bê yên Amerîka û Tirkiyê bihevre gotûbêj bikin".

Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, di roja 20ê meha derbasbûyî de, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin û heya niha nekarîne derbasî wî bajarî bibin, lê nêzîkî 20 gundên Efrînê kontrol kirine.