Tirkiye welatiyekî Birîtanî 7 salan zindanî dike ji ber ku alîkariya Kurdan kiriye

Berpirsên Tirkiyê behsa wê yekê dikin ku, Robinson sala 2015an, li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Welatiyê Birîtanya (Joe Robinson) berî salekê, dema ku li Tirkiyê bajarê Antalya di bêhinvedanê de bû, tevî destgirtiya xwe hatibû desteserkirin û piştre hatibû zindanîkirin.

Dayika Robinsonê (Sharon Chemezuk) dibêje: Wezareta Derve ya Birîtanya ew haydarî bûyerê kiriye û destgirtiya Robinson, ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve bêtawan hatiye dîtin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Tirkiyê behsa wê yekê dikin ku, Robinson sala 2015an, li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye. 

Rojnameya Guardian a Birîtanî, di dema desteserkirina Robinson de, dabû xuyakirin, ku Robinson li Rojava û Başûrê Kurdistanê di nav hêzên Kurdî de maye.

Robinson berî niha di nav Artêşa Birîtanya de, li Efxanistanê karê tendirustiyê kiriye.

N.O