Qerqaş : Tirkiye rêz li serweriya welat û neteweyên Ereb nagre.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş, li ser Twîtterê da xuyakirin, eşkere ye ku, pêwendiyên Tirkiye û welatên Ereb ne di astek e baş de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrekî Îmaratê dibêje, Tirkiye rêz li serweriya welat û neteweyên Ereb nagre.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş, li ser Twîtterê da xuyakirin, eşkere ye ku, pêwendiyên Tirkiye û welatên Ereb ne di astek e baş de ne.

Divê Enqere bizane ku, welatên Ereb serbixwe ne û ligor vê gavan bavêje.

Qerqaş, da zanîn, Tirkiyê hevkariya  hin rêxistinan kiriye, ku xwestin e rejîmên welatên Ereb biguherînin û ji Enqerê xwest ku, rêz li serweriya welatên Ereb bigre.

 

C.B