Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê guftûgo kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks civiyan û rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks civiyan û rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Li gor malpera fermî ya Hikmeta Herêma Kurdistanêdi civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks behsa pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên navçê û pêwediyên Hewlêr û Bexdayê kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya hikûmeta Brîtanyayê ji Herêma Kurdistanê û diyaloga Hewlêr – Bexdayê kir.

Herwiha çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand, ku demek e di warên cuda de dest pê hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Brîtanya kir ku di rojên zehmet de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê hikûmetê behsa pilan û pirojeya reformê jî kir ku ev demek e di nav dezgehên hikûmetê de dest pê kiriye û got, ev reform dê bidomin.

Guftûgokirina çend babetên din yên girêdayî navçê û girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û hewlên geşepêdana zêdetir a rewşa aboriya Herêmê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

 

S. B