Kurdistan Ji bo Gulten Kişanak 230 sal ceza hat xwestin

Ji bo Gulten Kişanak 230 sal ceza hat xwestin
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanak

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê ya ku ji aliyê Wezareta Kar û Barên Hûndir ve ji peywîr hatibû dûrxsitin de dozek vekir û jê re 230 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li ser Kişanak a ku 25'ê Cotmehê hatibû binçavkirin û 30'ê Cotmehê hatibû girtin bi îddîaya ku " Rêxsitina terorî ya Çekdar" damezrandiye û "Propagandaya rêxistina terorî kiriye" bi daxwaza ku bi 230 salan cezayê girtîgehê were cezakirin doz vekir. Îddîanameya ku ji aliyê Dozgerê Komarê ve hatibû amadekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn hat pejirandin.

Li gorî îdîanameyê Kişanak'ê di axaftinên xwe yên di dîrokên cûda de 41 caran"propagandaya rêxistinê" kiriye.

Hevserokên Şaredariya  Bajarê Mezin yên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli di 30'ê Cotmehê de hatin girtin û ji bo Girtîgeha Kandira a Kocaelî hatin vegûhestin.