Erdogan: Di demek nêzîk de girtina Efrînê radigihînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, di demek gelek nêzîk de ewê bikevin navenda bajarê Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, di demek gelek nêzîk de ewê bikevin navenda bajarê Efrînê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê  li bajarê Mêrdînê axivî û got: Gelek nêzik e ko ewê kontrolkirina navenda bajarê Efrînê rabigihîne.  

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro ketiye roja 57emîn. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di nav 3 rojên derbasbûyî de bêtirî 150 hezar welatiyên sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne.

Serokomarê Tirkiyê herwiha ne bi awayekî rasterast careke din rexne li Amerîkayê jî girt û got, YPG bi piştgiriya Amerîkayê li dijî Tirkiyê amedekariya şerekî mezin kiriye.

Erdogan bi armanca beşdariya di kongireya şaxa AK-Partiyê bibe serdana bajarê Mêrdînê kir. Piştî Mêrdînê çû Diyarbekirê kir.

 

S. B