HSD 25 welatiyên sivîl li Reqayê rizgar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan 24 welatiyên sivîl li Reqaya Kevin rizge kirin û 6 welatiyên sivîl jî ji ber teqîna mînên DAIŞê canê xwe jidest dane.

HSD îro ragihand, hêzên wan karîn 25 welatiyên sivîl li taxa Reqaya Kevin rizgar bikin û wan bigihînin navçeyên aram ên di bin kontrola wan de.

Li gor HSDê, hejmareke welatiyan hewl didin ji taxa Diriye û Teyar ji DAIŞê birevin, lê ji ber hebûna bombeyên çandî di rêyan de, 6 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan.

Duh jî HSDê ragihandibû, ku wan karîbû derdora 500 welatiyên sivîl ji taxa Diriyê û Teyar rizgar bikin û taxa Yermûk bi temamî kontrol bikin.