Kiliçdaroglu carek din silava faşistî da!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu, di meşa xwe ya protestoyî hemberê desthilatê û ji bo “dadweriyê” silava faşistî ya “Gûrên Boz” da.
Li Tirkiye gelek caran tê gotin ku, partiyek sosyal-demokrat nî ne, ideolojiya CHP bi xwe ideolojiyek nîjadperest-faşîst e. Daxûyaniyên CHP bi xwe, bi taybetî beramberî Pirsa Kurd vê rastiyê qayim dikin.
Şîrovekarên demokrat dibêjin: Silava faşîstî ya Kiliçdaroglu, nîşana helwêstê nîjadperest-faşîst a ideolojî, xet û rêça wî û Partiya wî ye.