Kurdistan Behadîn: Di pirsên neteweyî de, di rêzên pêşî de ne

Behadîn: Di pirsên neteweyî de, di rêzên pêşî de ne
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn

K24 – Silêmanî

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn piştgîriya xwe bo encamdana referandûma Serxwebûnê de ragihand û got: “Di pirsên neteweyî û niştimanî de em di rêza pêşî de ne.”

Îro li bajarê Silêmaniyê, partiyên îslamî konferansek li dar xistin. Di konferansê de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr tê de beşdar bûn.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn di konferasê de gotarek pêşkêş kir û derbarê proseya referandûma serxwebûnê de got: “Di pirsên neteweyî û niştimanî de em di rêza pêşî de ne, lê di heman demê de hewl û xebatê dikin bo çaksaziyê, nehêştina gendeliyê û aktîvkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê.”