Li Stenbolê 16 endam hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlekariya Tirkiyê li Stenbolê 16 endam û rêveberên HDPê binçav kirin.
Polîs û hêzên operasyonên taybet yên Stenbolê li navçeya Sancaktepe êriş birin ser avahiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP).
Hat ragihandin, di operasyonê de Hevseroka Şaxa Sancaktepeyê ya HDPê Îlknûr Yusufoglu tevî 15 rêveber û endamên wê partiyê hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin, hin kesan agahî dane polîsan ku di avahiya HDPê de wêne û posterên qedexe hene û li ser vê yekê operasyon hatiye encamdan.
S. B