Efrîn.. Artêşa Niştimanî derbarê çinîna zeytûnan daxuyaniyek belav kir

Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve daxwaz ji tevahiya grûpên çekdar ên li Efrînê dike hemû zeviyên zeytûnan yên dest dane ser wan, radestî encûmenên xwecihî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve daxwaz ji tevahiya grûpên çekdar ên li Efrînê dike hemû zeviyên zeytûnan radestî encûmenên xwecihî bikin.

Desteya Erkanê ya Artêşa Niştimanî di daxuyaniyekê de hemû yekîne û grûpên çekdar ên li Efrînê hişyar kir, ku hemû milkên xelkê Efrînê biparêzin.

Herwiha got, çinîn û guvaştina zeytûnan ji erkê encûmenên xwecihî yên Efrînê ne û daxwaz ji yekîne û grûpan kir, hemû zeviyên zeytûnan yên giştî û yên taybet radestî encûmenên xwecihî yên Efrînê bikin.

Daxuyaniya Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ku îmzeya Eqîd Heysem Cemîl Efîsî li ser e, daxwaz ji hemû grûpan dike ku pabendî van biryaran bibin, heger na jî, dê rastî lêpirsînê bên.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji bilî dizî û talankirina milk û malên Efrîniyan, dest danîn ser bi hezaran darên zeytûnan. Herwiha bi hezaran jî darên zeytûnê û daristanan jî hatibûn şewitandin.

Efrîn ku darên zeytûnê naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, xelkê Efrînê dibêjin ku ti desthilata Artêşa Niştimanî li ser wan grûpan nîn e û ew çekdar pabendî ti yasa û rawiştekê nebin,  loma ew di wê metirsiyê de ne ku nikaribin biçin nava zeviyên xwe û zeytûnên xwe biçinin.

Her di vê derbarê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê çendîn car e binpêkirinên grûpên çekdar ên destdanîna ser darên zeytûnê belav kiriye. Wê rêxistinê berî hefteyekê belav kir ku grûpên bi navê Feyleq el-Şam li gundên Zerka û Çobana yên Racoyê li hember her darekê zeytûnê daxwaza 2 hezar lîreyên Sûrî ji gundiyan kirine.

 

S. B