Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmerge li başûrê Daqoq ya başûrê rojhilata Kerkûkî êrîşeke çekdarên DAIŞê şikand û derbeyeke mezin lê dan.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, çekdarên DAIŞê li gundê Ebû Mehemed û Til Heme êrîşî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê hêza Pêşmerge rûbirûyî wan bûn û êrîşa çekdarên DAIŞê şikandin.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de, ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev yek di demekê de ye ku şeva 11 vê mehê DAIŞê êrîşî ser çeperên Pêşmerge li heman deverê kiribûn, Pêşmergeyan jî ew êrîşa DAIŞê kuştibûn.