YPG şer dibe nava xaka Tirkiyê

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c1327512-a579-43e1-bf1a-43069737115b/yapaga.ism/manifest

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîş bir nava xaka Tirkiyê. YPGê jî ragihand, şervanên wan odeya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Navçeya Qiriqxanê ya Hatayê armanc girtin û 7 leşker û çekdar kuştin.

Li gor daxuyaniyekê YPGê, şervanên YPGê bi operasyonekê odeya operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê li Navçeya Qiriqxanê armanc kirin û di encamê de 7 leşker û çekdarên wê operasyonê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, ew êrîşa şervanan jî wel tolhildanekê li hember êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gundê Erendê ye ku tê de çekê kîmawî bikar aniye û ji ber wê jî 6 welatiyên sivîl bi çekê kîmawî nexweş bûn.

Herwiha YPGê daxwaz ji welatiyên sivîl kir, ku ji cihên leşkerî û xalên artêşa Tirkiyê bidûr bikevin, ji ber ku dibin armanca hêzên wan.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 29emîn de berdewam e, pêr jî artêşa Tirkiyê bi çekê kîmawî êrîşî gundê Erendê yê navçeya Şiyê kir. Rêvebirê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Xelîl Sebrî ji K24ê re da zanîn ku 6 welatiyên sivîl ji encama wê êrîşê bi çekê kîmawî nexweş bûbûn.