Opozisyona Sûryê 100 nav ji bo Komîta dariştina destûrê amade kiriye

Li gorî hatiye belavkirin, ew nav 50 bi 50 di navbera Desteya Danûstandinan de û aliyên ku li kongirê Sochi amade bûn hatine dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya ser bi opozisyona Sûryê ve belav kiriye, ku opozisyonê lîstek ji navên 100 kesatiyan, ji bo ku bibin endamên Komîteya Dariştina Destûra nû ya Sûryê amade kiriye û ewê wan navan di demeke nêzîk de, ji bo şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura bişîne.

Li gorî hatiye belavkirin, ew nav 50 bi 50 di navbera Desteya Danûstandinan de û aliyên ku li kongirê Sochi amade bûn hatine dabeşkirin.

Ji aliyê xwe ve, serokê şanda opozisyonê ji bo Astana Ehmed El-Tu'ma got: Ne ji mafê ti aliyekî ye lîsta navan rasterê radestî De Mistura bike û tenê Tirkiyê kare lîsta navan pêşkêş bike.

Berî niha Rûsya ragihandibû, ku Hikûmeta Sûryê hemû erkên li ser xwe bicî kiriye û lîsta xwe ya navan ji bo Komîteya Dariştina Destûrê, radestî De Mistura kiriye û ew li bendî lîsta opozisyonê ne.

N.O