HSD: Em dikarin li hember gefên Îran û rêjîma Sûriyê rawestin

Piştî rizgarkirina parêzgeha Reqayê ji destê DAIŞê, hin gef ji aliyê berpirsên Îranî û rêjîma Sûriyê ve têne xwarin, ku dê parêzgeha Reqayê û hemû herêmên li Sûriyê vegerînin bin kontrola artêşa Sûriyê. Fermandarên hêza Sûriya Demokratîk dibêjin, civaka navdewletî tekeziyê li ser çareseriya aştiyane di riya danûstandinan re dike, lê heger gefên leşkerî li HSDê bêne xwarin, ew jî amade ne berevaniya xwe bikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Peyvdarê HSD Telal Silo di wê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Her dem dibêjin ku divê danûstandinên rasterast di navbera me û rêjîmê de çê bibin, ev yek daxwaza Netewên Yekgirtî ye jî, lê nayê wê wateyê ku em lawaz in, lê em naxwazin xwîna welatiyên Sûriyê zêdetir bê rijandin.”

Ji aliyê siyasî ve, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, ev çend sal in HSD şer bi rêxistina DAIŞê re dikin û karîbûn hemû deverên di destê DAIŞê de ku gihiştibû zêdeyî ji sedî 60 ji tevaya xaka Sûriyê rizgar bikin, loma ew tekez dikin ku artêşa Sûriyê ne di wê hêzê de ye ku karibe gefan li HSD bixwe.

Serkirde di TEV-DEMê de Aldar Xelîl got: “Em van gefan zêde bi cidî nagirin, ji ber ku ne di wê hêzê de ne ku karibin îrada vî miletî bişkînin. Dibe ku karibin êrîşeke leşkerî bikin, lê ew nikarin bigihin ti encamê, ji ber ku ev milet hatiye rêxistinkirin û ev hêz şerker e û dikare berxwadanê bike. Ew rêbaza ku ew pê difikirin, wan nigihîne ti encamekê.”

Di heyama 7 salan de bi dehan tevger, grûp û hêzên leşkerî û siyasî li Sûriyê hatine damezrandin. Hin çavdêrên siyasî dibînin ku bi dehan welatên herêmî û navdewletî jî li gorî berjewendiyên xwe pişteveniya van tevgeran dikin û ta niha ti çareserî encam nedan, ji ber wê jî dibînin ku çareya herî guncav dê di riya danûstandinan re be.

Top of Form