Şêwekar Cîhan Mihemed Elî: Hunermendê Kurd evîndarekî dîn e

Şêwekarî yek ji hunerên dahênerane ye. Behre û jêhatîbûna hunermend bi reng û firçeya xwe çi hêvî û bedewî, çi êş û azar, yan çi hestên din yên di hinava mirov û civakê de be, bi zimanekî hunerî reheneke derûnî û hestî ji wan re datîne û bîroke û têgehene nû di tabloyan de diarîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekara Kurd a Efrînî Cîhan Mihemed Elî, endama Komeleya Hunermedên Bêsînor û Seroka Komeleya Dahêneran – Şaxa Sûriyê, li bajarokê Cindirêsê yê li milê çepê yê Çiyayê Kurmênc bi aramî û dilniyabûnê razayî,  çavên xwe li sibeheke buhara sala 1972an bi bahûnka zehtera şîn û ganguliyan vekirin û riya xwe bi behreya xwe ya resen ji nava zeviyên zeytûnan di nava jiyanê re dajo, ta peyama xwe li gelek welatên cîhanê bi hest û rengên xwe belav bike.

Hunermeda Efrînî ji Kurdistan2ê re li ser zarokatiya xwe û destpêka nasîna reng û tabloyan dibêje: "Di zarokatiya xwe de, dema min tabloyek didît çavên min pê ve diman, ti tişt ji bilî wê nedidît û giyanê bi wê re dikeniya. Ji wê demê ve min xwast bi dû şopa reng û şêwekariyê bikevim. Bav û diya min handerên min yên destpêkê bûm, lê yê hîşt ku baweriyê bixwe bikim û gavên yekem li ser vê rêyê bavêjim, hevalê bavê min peykersaz Neşet Radûn bû."

Li ser Efrînê û rewşa şer, wêranî û derbiderbûna xelkê, Cîhan dibêje: "Bandora Efrînê û sirûşta wê û xaka wê ya bipît bi awayekî rasterast di hemû warên jiyanê de li ser xelkê wê dike, tabî hunermendên di nava wan zeviyan bipişkuvin û bi darên wê re mezin bibin, li deşt û çiyayên wê bigerin, dikarin bêhtir bedewiya wê bipelînin."

Amaje bi wê yekê jî dike: "Hunermend komek ji hestan e, bi bireke zêdetir ji xem yan şahiyê ye. Ez Cindirêsî û Efrînî me, ne ku erk e yan pabendbûnek e  ku pê ve bimînim, belkû hestên wî dajon ku wêranî, êş û kiryarên ne mirovane li kû derê hebin, wan di çarçova rûbereke spî de derbirîne."

Li ser reng û tablyonên xwe şêwekar Cîhan Mihemed Elî wiha axivî: "rengên min, derbirandina tiştê di hinava min de ye. Bi bawer in bi hêsanî digihe dilan. Tablyonên xwe bi sîstemên hunerî yên cuda derdibirînim, pir bi Impressionistî rengîn dikim, hin caran jî bi sîstema abstractî yan Realisticî, çawa dilê min xwast tabloya xwe bi rengan vedidim. Huner dema bi awayekû rast ji hinava hunermend derdikeve, nayê nirxandin."

Derbarê tevgera şêwekariyê û ezmûna wê de diyar kir: "Tevgera hunera şêwekariyê ya Kurdî di pêşveçûneke berdewam de ye, ji ber ku hunermendê Kurd bûyerine bihêz û mezin li ser asta hestên xwe dijî, lewre ew bûyer wî neçar e dikin, ku biqasî wan bûyeran be yan jê bihêztir be. Ji aliyekî din ve, hunermendê Kurd evîndarekî dîn e, ma çawa dê ne dahêner be!"

Herwiha got: "Ji her kesekî ji axa xwe hez dike û bi neçarî jê bidûr ketiye dipirsim, penahiya binasîne?  Dê çi bibêje! Hêsra wî ya bişewat dikare bêhtir penahiya wî derbirîne. Tevî cihê nû dibe ku jê re derfeteke din be, lê jiyan di ber xalekê de ranaweste û divê berdewam bibe û divê em wek hunermendên Kurd peyamên xwe li her derekê pêşkêş bikin."

Şêwekara Kurd a Efrînî Cîhan Mihemed Elî li gelek pêşangeh û hevdîtinên hunerî li gelek welatên cîhanê beşdar bûye û tabloyên xwe pêşandine, li ser beşdariya xwe got: "Ji sala 2006an ve û ta niha min beşdarî di gelek pêşangehan de kiriye, çi li Sûriye, welatên Erebî, Amerîka û gelek xelat jî wergirtine. Ji wan jî:

  • Pêşangeha Hunera Serdemî (Heleb – 2006)
  • Pêşangehek bi hevkariya Yekîtiya Rojnamegerên Sûrî (Heleb – 2007)
  • Pêsangeha Hunera Serdemî (Vienna – 2014)
  • Mihrecana Hunera Şêwekariyê (Bexda – Adara 2016n)
  • Mihrecana Libnanê ya Danênana Şêwekariyê dahata wê ji nexweşên şerpencşêrê re bû (Beyrût – Nîsana 2016).
  • Pêşangeheke şewekariyê li Amerîka (Ohio û New York - Gulana 2016)
  • Mihrîcana Şer Şêx a Şêwekariyê (Misr - 2016)
  • Komxebateke şêwekariyê bi hejmarek ji şewekarên cîhanê re (Yonanistan – Çileya 2017)
  • Pêşangeheke tekane (Sûriye – 2006)
  • Pêşangeheke takane (Nemsa, Carinthia – 2009)
  • Pêşangeheke tekane (Nemsa, Carinthia 2010)

S. B