Artêşa Tirkiyê Mabeta û Şiyê topbaran dike

Şanderê K24ê li Efrînê da zanîn, artêşa Tirkiyê gundên Hebo, Sariya, Dumilya û Bedîna yên navçeya Mabeta bi mûşek û topan topbaran dike û ziyanên madî gihêşt malên gundiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê K24ê li Efrînê da zanîn, artêşa Tirkiyê gundên Hebo, Sariya, Dumilya û Bedîna yên navçeya Mabeta bi mûşek û topan topbaran dike û ziyanên madî gihêşt malên gundiyan.

Herwiha diyar kir jî, gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê rastî topbaranê hat û hejmarek ji xanî û malên welatiyên hatin rûxandin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî bi firokeyên şer, topxane û çekên giran gund û navçeyên Efrînê bombebaran û topbaran dike.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de û li gor Nexweşxaneya Avrînê ta niha zêdetir ji 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 460 jî birîndar bûne.