Keştiya Şer Harry Truman ber bi Deryaya Naverast birê ket

Hevkarên rejîma Suriye Rûsya û Îran diyar dikin ku, ew bi tu cûreyî napejîrinin ku êrîşek hemberî Suriye bê encam dan û dê bersîva wan jî hebe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump seredana xwe ya ji bo welatên Amerika Latînî hilweşand û ligor daxûyaniyên birêvebirên Koşka Spî biryara lidij Suriye liser mêz a Serok Trump e.

Herweha ligor medyayê keştiya şer a Amerîkî Harry Truman bi dehên belafirên şer û mûşekên dûravêj ber bi Deryaya Naverast û nêzîkî Suriye ve diçe.

Hevkarên rejîma Suriye Rûsya û Îran diyar dikin ku, ew bi tu cûreyî napejîrinin ku êrîşek hemberî Suriye bê encam dan û dê bersîva wan jî hebe.

Herweha derange şevê tê çaverêkirin ku, dengdan liser rewşa Suriye di Encûmena Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî de encam bide.

Ligor agahdariyên ji Suriye tên, Artêşa Suriye jî beramberî her êrîşekê ketiye amadebaşiyê de.

 

 

C.B