Çepgîrên nîjadperest dixwazin Tirkiye ji NATO derkeve

Xwepêşanderan bi dengên bilind bangkirin: “Em leşkerên Ataturk in”, “Baregeha Incirlik bila bê girtin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Adana yê Tirkiyê biqasî 50 endamên Partiya Niştiman (Vatan Partisi) jib o girtina baregeha Incirlikê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandan wekî protestoyek hemberê rahênana NATO li Norweçê bû, ku wêneyên Ataturk û Erdogan wekî dijmin hatibûn daliqandin.

Xwepêşanderan bi dengên bilind bangkirin: “Em leşkerên Ataturk in”, “Baregeha Incirlik bila bê girtin”.

Seroka Partiya Niştimanî ya Adana Selve Kaplan di daxûyaniya xwe de got: “NATO carek din eşkerekir ku, dijminê Tirkiye û Ataturk e. baregeha Incirlik dive bê girtin û Tirkiye ji NATO derkeve”.