Xwecihiya Efrînê ya ENKSê banga yekxistina rêza Kurdî li PYDê dike

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê gefên Tirkiyê li dijî Efrînê belav kir û daxwaz ji PYDê ku dev ji siyaseta xwe tekane berde û ji bo yekxistina navmala Kurdî û komkirina karînan li hember metirsiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de gefên Tirkiyê li dijî Efrînê şermezar kir û ragihand, Tirkiye bi hinceta parastina ewlehiya xwe bi awayekî hîstîrî gefê li Efrînê dixwe û ligel grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê Efrîn dorpêç kirine.

Herwiha Xwecihiya Efrînê diyar kir, Tirkiyê bi gefên xwe re bi awayekî berfereh Efrînê û gundên wê topbaran dike û ew bûye nîşaneya destpêkirina şerekî, ku ev yek herêm bi tevahî xistiye metirsiyekê.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê bêdengî û helwestên ne zelal ên welatên bihêz, rêxistinên yasayî û mirovî li hember vê gef û êrîşê Tirkiyê li dijî Efrînê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir fişarê bixin ser Tirkiyê da ku êrîşa xwe li ser Efrînê rawestîne.

Herwiha Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê bang li hêzên Kurdistanî kir ku fişarê bixin li ser PYDê da ku dev ji siyaseta xwe tekane berde û vegere arasteya rast ji bo yekxistina navmala Kurdî û komkirina karînan li hember metirsiyan.