Nêçîrvan Barzanî û McGurk pirsa referandûmê gotûbêj dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dikin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li Hewlêrê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk û şanekeke bilind a Amerîka civiya.

Amaje bi wê jî kir, di civînê de ku Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman amade bû, tewera sereke ya civînê gotûbêjkirina pirsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû.

Ev serdana McGurk ji bo Hewlêrê di demekê de ye, ku kêmtir ji du hefteyan ji bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê maye.