Netewên Yekgirtî çavdêriya rewşa Efrînê dike

Stephane Dujarric: Netewên Yekgirtî ji hemû aliyan dixwaz e parastina xelkên sivîl yên navçeyê bikin û xwe dûrî wan karan bikin ku dihêlin nakokî zêde bibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî ragihand: "Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa bajarê Efrînê dikin û em ji hemû aliyên pêwendîdar dixwazin, xwe ji wan karan dûr bikin ku dibin sedema çêbûna nakokiyên bêtir li navçeyê".

Peyvdarê bi nave sikirtêrê gist yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric got: "Netewên Yekgirtî çavdêriya pêşhatên rewşa Efrînê dike, em ji hemû aliyan dixwazin parastina xelkên sivîl yên navçeyê bikin û xwe wan karan dûr bikin, ku dibin sedema têkçûna rewşa navçeyê".

Ev helwesta Netewên Yekgirî di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê xwe ji bo êrîşa li ser bajarê Efrîn amade kiriye, ku niha ew bajar di bin kontrola YPGê de ye û ew jî beşekî serekî ye ji Hêzên Sûrya Demokrat û ji aliyê Amerîka ve piştevaniya wê hêzê tê kirin.