Sûriyê Erdogan: Armanca me hilweşandina rejîma Esad e

Erdogan: Armanca me hilweşandina rejîma Esad e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, armanca wan a ketina nav Sûriyê hilweşandina rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed e.

Erdogan îro ji Stenbolê li ser operasyona Cerablûsê daxuyaniyên girîng da û got: Li Sûriyê nêzikî milyonek mirov canê xwe ji dest dane. Ji bo rêgiriya vê yekê ew digel grûpên opozîsyonê derbasî nav xaka Sûriyê bûne.

Erdogan got: “Çavên me ne li ser axa Sûriyê ye, armanca me tenê hilweşandina rejîma Esed a zordest e.”

Artêşa Tirkiyê di 24 Tebaxa borî de bi armanca jinavbirina metirsiyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê û çekdarên DAIŞê, sînorê navdewletî ya Sûriyê derbas kir û operesyona “Mertala Feratê” dest pê kir.

Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê ku niha li nêzîkî bajarê Babê yê li bakrê rojhilatê Helebê ne, ji destpêka operasyona Mertala Feratê û heta niha 18 leşkerên Tirkiyê di şerê wê yê li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatine kuştin.