Rûsya ketina du firokeyan li ser bingeha Himêmîm ragihand

Wezareta berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand, ku duh êvarî hêzên wan karîne, êrîşeke firokeyeke bêfirokvan li ser Bingeha Himêmîm rawestînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand, ku duh êvarî hêzên wan karîne, êrîşeke firokeyeke bêfirokvan li ser Bingeha Himêmîm rawestînin.

Wezareta berevaniya Rûsî diyar kir, ku ew firoke ji aliyê deverên desthilata çekdaran ve dihat.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, heya niha êrîşên firokeyên bêfirokvan li ser navenda Himêmîm berdewam in û li gorî Rêvebirê Navenda Lihevanîna Niştimanî ya Rûsî, ti ziyanên canî û madî ji wê êrîşê nebûn, herwiha bingeh jî li ser karên xwe berdewam in.

Di dema dawî de, girûpên çekdar bizavan dikin, ku êrîşan li dijî bingeha Himêmîm li parêzgeha Laziqiyê pêk bînin, lê hêzên Rûsî yên ku li wê bingehê bicî bûne, rê li ber wan êrîşan digirin.

N.O