Balyozê Tirkiyê: Pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re girîng in

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz beşdariya Kurd di hikûmeta Iraqê de bi girîngî dizane. Aşkere kir jî, Tirkiye bi niyaz e di nêzîktirîn dem de deriyekî nû yê sînorî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re veke.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz beşdariya Kurd di hikûmeta Iraqê de bi girîngî dizane. Aşkere kir jî, Tirkiye bi niyaz e di nêzîktirîn dem de deriyekî nû yê sînorî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re veke.

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz ji K24ê re ragihand, di pêwendiyên derve yên Tirkiyê de Herêma Kurdistanê beşeke girîng e. Her çend pêwendiyên Tirkiye bi Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir ber bi pêş ve biçin, ewqas dikevin berjewendiyên her du aliyan de.

Faith Yildiz got: “Bi Serokowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyam. Niha Bexda û Hewlêr di qonaxa duristkirina hikûmeta nû de ne, beşdariya bihêz a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê, kabîneya nû ya hikûmet û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê di çarçova destûrê de bi pêwîstî dizanim.”

Aşkere kir jî: “Di bernameya 100 rojî a hikûmeta Tirkiyê de ye, konsolxaneyên Besra û Mûsilê careke vekirin. Piştre li Kerkûkê jî nûnertiyekê vedikin, lê ne merc e ku konsolxane be, reng e navendeke dana vîzeyê vekin. Herwiha plana me heye jî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re deriyekî din a sînorî vekin.”

Balyozê Tirkiyê li Iraqê got: “Gelekî dilgiran in ku PKKê li Şingalê maye. Pirsgirêka me ne bi nav re ye, em dibînin YBŞ jî PKK ye. Ji bo rûbirûbûna wê rêxistina terorê ti carî dudil nabin.”

Di yekem serdana xwe bo Herêma Kurdistanê de, Balyozê Tirkiyê li Iraqê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de di hemû waran de kir û bi taybet di warên aborî û bazirganiyê de kir.

Dirêjahiya sînorê Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re 331 K.M e, vê yekê jî hîştiye Herêma Kurdistanê girîngtirîn deriyê Tirkiyê yê bi Iraqê re be.

  

 

S. B