Rûsya 14 êrîşên esmanî li Idlibê encam dide

Firokeyên şer ên Rûsyayê şeva bûrî 14 lêdanên esmanî li dijî binkeyên Desteya Tehrîr Şam (Nusra berê) li parêzgeha Idlibê encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî leşkerî ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihand, Firokeyên şer ên Rûsyayê şeva bûrî 14 lêdanên esmanî li dijî binkeyên Desteya Tehrîr Şam (Nusra berê) li parêzgeha Idlibê encam dan.

Wî jêderî got, firokeyên çavdêriyê hewleke veguhastina çek û çejdaran li nêzîkî bajarokê Erîha şopand û ji ber vê yekê wan bi hûrî êrîş kirin û binke û komgehên Desteya Tehrîr Şamê li derdora Erîha bi temamî hatin jinavbirin û hejmarek çekdar jî hatin kuştin.

Di 17ê Îlon a sala çûyî de, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Sochî ya Rûsyayê rêkeftinek li ser pêkanîna “Devereke Bêçek” li Idlibê îmze kiribûn, lê heta niha jî Tirkiye nekariye Opozisyona Sûriye razî bike, ku ji deverek 10-15 km vekişe.

Rûsya jî dibêje, heta niha grûpên çekdar ji devera bêçek ve êrîşî ser xalên artêşa Sûriyê dikin.  

 

S. B