HSD, DAIŞ li Dêrazorê dorpêç kir

Operasyona kontrolkirina dawî baregehên DAIŞ li rojhilatê Firatê destpê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona kontrolkirina dawî baregehên DAIŞ li rojhilatê Firatê destpê kir.

Rêvebirê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat Mistefa Balî ji Kurdistan24 re ragihand, ku ev Operasyona wan a dawî, ji bo kontrolkirina dawê bingehên DAIŞ destpê kir.

Ligor Mistefa Balî hêzên wan bi piştevaniya Hêzên Hevpeyman li gundewarê gundê Baxoz dest bi Operasyonê kirin.

Beriya niha Balî ji Ajansa Reuters re ragihandibû, ew li bendê ne xelkên sivîl ji deverê derkevin ji bo destpêkirina Operasyonê. Herweha red kiribu, tû danûstandin digel DAIŞ hebin ji bo yekalîkirina çarenivîsa wan û tekez kiribû tu bijarde li pêşya DAIŞ nîn e - yan kuştin, an jî xwe radestikirin .

Got jî, di vê hefteyê de DAIŞ li vê deverê ji aliyê serbazî ve bidawî dibe.

 

 

C.B