Riya Hewlêr – Kerkûkê vekirî ye

Rêveberê Polîsa Hewlêrê di konferansekî rojnamevanî de ragihand, riya Hewlêr – Kerkûkê vekirî ye û welatî dikarin bi asayî çûnûhatinê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Polîsa Hewlêrê di konferansekî rojnamevanî de ragihand, riya Hewlêr – Kerkûkê vekirî ye û welatî dikarin bi asayî çûnûhatinê bikin.

Rêveberê Polîsa Hewlêrê Ebdulxaliq Telhet got jî, rê ji bo otombîlên biçûk vekirî ye û ta roja 25ê vê mehê otombîlên mezin nikarin tê re çûnûhatinê bikin. ji ber ku hin karên teknîkî mane.

Da zanîn, çakirina pireya Pirdê pêwîstiya wê 6 meh karkirin û birê yek milyar Dînarê Iraqî heye, ku ew jî hikûmeta Iraqê lê xerc dike.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û ji ber êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser hêzên Pêşmerge, ziyan gihîşt pireya Pirdê û riya Hewlêr - Kerkûkê bi temamî ji bo çûnûhatinê hatibû girtin.

Piştî çendîn civînan di navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, di çend rojên bûrî de gihîştin rêkeftinekê bo çakirina pireya Pirdê û vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê.

 

 

S. B