Siûd Qehtanî serperiştiya "Kuştina Xaşuqçî" kiriye

Reuters: Di pêwendiyekê de, Siûd Qehtanî xeber ji Xaşuqçî re dabû û Xaşuqçî jî bersiva wî dabû, piştre Qehtanî ji endamên tîma xwe ya emnî re gotibû: Serê vî kûçikî ji min re bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Koşka Şahane ya Siûdiyê (Siûd Qehtanî), ku berî çend rojan ji kar hat dûrxistin, serperiştiya kuştin Cemal Xaşuqçî kiriye.

Ajansa Reutersê ragihand, ku berî kuştina Xaşuqçî, Siûd Qehtanî bi riya Skype ve, lêpirsîn li gel wî kiribû û naveroka wê lêpirsînê ketiye destê dezgeha hewalgiriya Tirkiyê de.

Reutersê ku zanyariyên xwe ji du jêderên cuda yê ewlehiya Tirkiyê wergirtiye, diyar kir, ku Qehtanî bi riya mobayla serokê Tîma Emnî ya Kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê (Mahir Metreb), li gel Xaşuqçî axivî bû.

Li gorî heman ajansê, di wê pêwendiyê de, Qehtanî xeber ji Xaşuqçî re dabû û Xaşuqçî jî bersiva wî dabû, piştre Qehtanî ji endamên tîma xwe ya emnî re gotibû: Serê vî kûçikî ji min re bînin.

Jêderên ew zanyarî dane Reutersê, eşkere kirin, ku ew tomara dengî ya pêwendiya di navbera Qehtanî û Xaşuqçî de, gihiştiye destê Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, lê Erdogan naxwaze berpirsên Amerîkî wê tomarê bibînin.   

Ji aliyê xwe ve, Serokê Tirkiyê ragihand, ku îro ewê hemû hûrkariyên derbarê kuştina Xaşuqçî eşkere bike.

N.O