Tirkiyê: YPG çekên Amerîkî difroşe Sûryê

Çawîşoglu: YPG çekên Amerîkî yên di destê xwe de, difroşe Hikûmeta Sûryê û hin komên çekdar.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku YPG çekên Amerîkî difroşe Hikûmeta Sûryê.

Çawîşoglu ji kenala TRT a fermî bû û YPGê bi firotina çekên Amerîkî tometbar kir û got: YPG çekên Amerîkî yên di destê xwe de, difroşe Hikûmeta Sûryê û hin komên çekdar.

Derbarê pirsa Minbicê jî Çawîşoglu diyar kir, ku ewê çavdêriya çawaniya vekişîna YPGê ji Minbicê bikin, daku zanibin gelo YPG tev çekan yan bêyî çekan ji Minbicê derketiye, piştî vekişîna YPGê wê Artêşa Tirkiyê li gel serbazên Amerîkî ewlekariya wî bajarî biparêz in.

N.O