Dîroka Rexne ya Edebî li Rojavayê Kurdistanê
Amadekirin: Rebî Zêbarî
Destpêk û qûnaxên bingehîn ji wêjeya gelê bênasname li Rojava/ Kurdên Sûriyê, bi rengekî panoramî ji we re raxînim ber çavan. Ev destpêkên ku di qûnaxên giring re, di ber dergehên dîrokê de, derbas bûne.. û wiha di rêka van destpêk û qûnaxên bi ronîdayî re, em ê derbasî nav rûpelên tevgera wêjeya kurdî a iroyîn bibim. Îcar ji bo vê yekê Konê Reş dibêje:
“destpêka wêjeya Kurdî a nivîsandî,li weşandina rojnameya dayik (Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898an de li bajarê Qahîre/Misrê di weşand. Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexşanê ”.(1)
Dîroka rexna edebî li roj avayê Kurdistanê ji bo çaxê kovara Hawar(1932-1942) dizivre, ku bizava rojnamevanî li rojavayê kurdistanê ji kovara Hawar despêdike.Çunku Hin nivîskaran mijarên rexneyî di nava rûpelê kovara peyv de belavkirin weke “Hevindêsorî, Dr.K.Bedirxan, Cegerxwên”.Îcar Her li hijmara yekem a Hawarê, ku 1932, gotarek bi navê “Edebiyata Welatî”, li rûpelê 5. Ji bal Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû. Îcar nivîsên wî li dor pêlewaz û dengên di helbesta kurdî. Li despêka gotara xwe de Edebiyatê pênasedike û dibêje:
“Edebiyata Welatî ji, ew edebiyate ji jîna miletî, ji hiş û dilê miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çirçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî xwe digire. Kanîya wî, dilê miletî, hiş û heyala wî ye. Tinê ev edebiyate”.(2)
Kamiran Alî Bedirxan gava behsa “edebiyata welatî “dike pêşengê vê edebiyatê Xanî dihesibêne:
“Ji xwe Ehmedê-Xanî berî sêsed salî vê rêyê ji me re veqiri bû. Lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn.”(3) Birayê Kamiran, Celadet Bedirxan jî ji bo Xanî wiha dibêje: “Belê Xani jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.” (4)
Herweha di alîyekê din de daxwaz a wê yekê dike, ku pêwîste em bi zimanê da û bavan binivîsînîn, Anku bi zimanê kurdî berhemê xwe binivîsînîn. Ji bo vê yekê li sr helbesta Ehmedî Xanî de di sekine, ku Xanî pêşî sêsed salan ev daxwaze kir bû, dema dibêj:
“Divêt em bi zimanê da û bavan xwe, bi zimanê şîrîn û delal, bi zimanê kurdî binivîsîn în. Xanî ev rê ji me re vekirî bû. Lê heyf padşahên me pê ve ne çûnXanî ji xurtîya bêj wê gavê hesiya bû ji peyta jêrîn de di xwest bide zanîn
Saqî şemrandin vexwar durdê
Mavendê derê lîsanê kurdî ”.(5)
Herweha nivîskarekêdin Hevend Sorî di jimare 5-7- 8 de gotareka rexnê bi navê “Edebiyata Kurdî” belavdike, ku di vê gotarê de nivîskarî qala teorîya edebî, dîroka edebî û rexna edebî kirî ye. Edebiyata kurdî dike beşek ji edebiyata gelên Arî. Çunku gelê kurd ji gelên Arî ne, dema dibêje :
“Hemû xwêndewaranî Hawarî xoşewîst dezanin, ku gelê kurd gelekê Arî ye, yahnî Hindî- Ewropî ye. Le ber ewe ziman û edebî kurdî weke ziman û edebiyatî dîkey Arî ye. We edebiyata kurdî le edebiyatî Faris, Hîndî, Yunanî Kon, Rûsî, Ferensî, Elmanî....h.p. zor deqal ”(6)
Herweha paşan dihê edebê ji me re pênase bike, ku ji bal wî pêwîste pandora xwe li ser xwendevanî bike. Îcar ew bandor ji xwendevanî re xweşî yan ne xweşî çêbike, Dema dibêje :
“Edeb pêkhênan û gotinî mêşk û fîkrî însane, çeşnêkî xweş û ciwan ke tesîr bikat li ser însan , aya însan xemgîn û diltenng dekat yan ferahink û dil xweş keyfdar dekat.
Edebiyat ew şitaneye ke dilî însan gird debête we û dêt û deçêt derîdekate derwe we û deylêt be zimanêkî şîrîn û ciwan” .(7)
Herweha CegerXwên di jimara 22 an de gotarek belavkir ye bi navê Hespên Xweşxwanên Kurdî kirî. Îcar nivskar di gotara xwe de qala Kêşa Birgeyî kirî ye, ku Kêşa reswna kurdî ye. Çiwar core kêş eşkerekirîne, ew jî “ Çeleng, Laxer, Sivik, Rewan “ û li cihê peyva Derya yan Bahir peyva Hesip kardi îne(8).
Dengê Xanî di sedsala nozdehemîn de bi Hacî Qadirê Koyî ji nû ve olan dide. Herekol Azîzan di Hawarê de ji bo wî dibêje:
“Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.”(9)
Koyî hem pesnê Xanî û Mem û Zînê dide hem jî peyamên Xanî -li gor şertên nû yên cîhanê- tênê zimên.
Herweha ji bilî kovara Hawar em dikarîrîn bibêjîn kovara Ronahî(1942- 1945) û rojnama Roja nû(1943-1946)û rojnama Sitêr (1943-1945) rol ji bo pêşxistina edeba kurdî bi awayekê giştî lîztî ye û rexna edeba kurdî jî vê yekê bê behir tunebû ye.
Ew nivîskarên gotar û lêkolîn di van kovar û rojnaman de belavdikr ev in : Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd û gelek kesên din.. Hem jî gelek ji nivîskarên Kurdistana başûr û rojhelat jî di kovara Hawarê de nivîsandine wek: Tewfîq Wehbî, Goran, Pêrût, Bêkes, Hevindê Sorî, Şakir Fettah.. û ji rojhelat Îhsan Nûrî paşa ..
Ji rexekî din ve, em dikarin bibêjin, ku bi hatina rewşenbîrên Kurd ji komara Ermenistanê –Sovyata berê– rolek wam jî hebû. Ew helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermenistanê hatin Cizîrê rolek baş lîstin di şiyarkirina rewşenbîrên Cizîrê de. Ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be, li kultur û folklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin, ji wan: Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Şeref Aşîriyan û Elî yê Ebdirehman û gelekên din. Herweha di vê qonaxê de çend rojname û kovar derketin, ku wan rojname û kovaran rol ji bo pêşxstina edeba kurdî bi awayekê giştî hebû, û rexna edebî ji vê yekê bê behir tune bû, ew jî ev kovar in:Stêr, Xunav, Gurzek Gul ,... gelekên din.(12) Di vê qonaxê de xebata kovara Sitêr eşkere ye. Di sala 1983an de hijmara wê ya yekê derket. Stêr kovareka çandî, zimanzanî, wêjeyî, zargotinî, folklorî bû û pitir bala xwe dida zimanê kurdî û pisrgirêkên wê. Herweha, beşek taybet ji bo hevpeyivînan amade kir û gelek hevpeyivînên giranbuha lidar xist bi wêjevan û kesayetiyên Kurd re weke: Mihemmed Emîn Bozerselan–Konê Reş–Rewşen Bedirxan û Celîlê Celîl..htd.Îcar di van hevpeyvînande nivîskaran bîr û boçûnên xwe li ser rewşa edeba kurdî eşkere dikirin, Stêr ê xebateke mezin pêkanî.(13) Ji sala 1990î û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me berhemên xwe li Şamê çapdikir û li ser datanî li Beyrûtê çap bûye. Xwediyên weşanxaneyanjî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dikin. Îcar em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê(14).Herweha ew rojname û kovarên ji 1990’n de derketîn holê ev in: Zanîn, aso, pirs, bihar, rojda, roj, jîn, zevî, ...gelekin din xebat ji rexna edebî re kirin. Herweha çendîn perûk li ser edeba kurdî derketin holê ew jî: Di wan govaran de û di hin pirtûkan de rexne serê xwe bișermînî rakir. Jan Dost, pirtûka xwe ya li ser kilasîkên kurd, bi erebî di salên nîva heștê de. M. Deham Ebdulfetah, li ser pêlewazên kurdî, li destpêka salên 1990î de nivîsî. Di kovaran de, Mamomste Rezo Osê, Azad Elî, Ebdulsemed Daoud, Heyder Omer, M. Berzo, Tengezar Marînî û hd. Mamoste Heyder, Ev pirtûk nivîsîn:Pirtûka xwe ya li dor Xanî û Memo û Zîna wî, bi erebî. sala 1991ê de weșand.Li dor Feqiyê Teyran û șêweyê nivîsînê 1993, bi erebî,2003 Cegerxwînê çîrokvan, 2004 Osman Sebrî helbestvan û nivîskar û li dûv re, pirtûkên erebî wergerandin ser kurdî.Lê pirtûka ya bi metod, rêbaz, û piștsipartin bi zanista edebiyatê, Li sala 2011’an de Roj Avayê kurdistanê kete di qonaxeka nû de. Çunku ji bin zilim û sitema Develeta Sûrî derketin. Îcar ji encamê vê yekê dibistian û zanîngeh bi zimanê kurdî derketin. Herweha çendîn rojname kovar derketin weke Welat, pênûs, gelekin din. Ji encamê ve yekê lêkolîn û rexne ji baştir bû ji qonaxên pêş xwe. Lê belê rexna edebî her a lawaz be. _____
Çavkanî 1. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme. 2. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27 3. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27 4. Firat Cewahiri, Hawar Cild 2, J. 24-57(1934 – 1943 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 813 5. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1 . J. 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27 6. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 103 7. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 103 8. ‘Bdilsemed Îslam Tiha, Rengvedana Edebî di Kovara Hawar da 1932- 1942, Ji weşanên Dezgehê Aras, Weş. Wezareta Perwerde, Hewlêr, 2002, R.132. 9. Firat Cewahiri, Hawar Cild 2, J. 24-57(1934 – 1943 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 817 10. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme. 11. Konê Reş, CegerXwîn û Gulistan, Qamişlo, 2014, Ji bo pitir zaniyarîyan bizivre Lînkî:www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3610#.WVDOsJKGPIW 12. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme. 13. Besam Mistefa, Rewşa Rojnamegerîya Kurdî li Roj Avayê Kurdistanê, Ji bo pitir zanyarî bizivre: http: http://www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=483#.WVKMIJJ97IU 14. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme.
|