Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Îranê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îraj Mascîdî kir.
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û şanda pê re kir, ku ji konsulên Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr, Silêmanî, Kerbela û Necef pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Îraqê hatin gengeşe kirin. Herweha ronahî xistin ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û nirxandina erênî ji bo seredana borî ya Serok Barzanî ji bo Bexdayê.
Di beşek din a hevdîtinê de, berfirehkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat tekez kirin.
Proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û gavên pêkanîna Hikûmet û Parlamentoya Herêmê tewerek din a wê civînê bû.
C.B