Partiyên Kurd: Rêkeftina Idlibê demkî ye

Welatê Rûsiya û Tirkiyê li ser deverên bêçek li bajarê Idlibê li hev kirine, ku ew bajar ji şerekî giran parastin, lê hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev rêkeftin demkî ye, û hin din dibînin jî ku dê bandorên neyênî li ser bajarê Efrînê hebe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan
Welatê Rûsiya û Tirkiyê li ser deverên bêçek li bajarê Idlibê li hev kirine, ku ew bajar ji şerekî giran parastin, lê hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev rêkeftin demkî ye. Hin din dibînin jî ku dê bandorên neyênî li ser bajarê Efrînê hebe.

Piştî civîneke du alî di navbera Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsiyayê Vladîmêr Putîn de li ser avakirina devereke bêçek li bajarê Idlibê hate lihev kirin, ku li ser kûrahiya 15-20 k.m li xwe digre. Herwiha hemû hêzên ku bi terorê têne binavkirin mîna Cebhet el-Nusra divê ji bajêr derkevin û bi vê rêkeftinê bajarê Idlib ji şerekî tê dûrxistin.

Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku rêkeftina Sochi di navbera her du aliyan de bi hezarên sivîlan ji kuştinê parastiye, lê ev nayê wê watê ku tu çareyên siyasî dê bi xwe re bîne, lê belê bêhtir ji bo berjewndiyên xwe ev rêkeftin îmze kirine.

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Wihdê) Mistefa Meşayix li ser vê rêkeftinê ji K24ê re wiha axivî: “Rewşa Sûriyê gelekî xirab û tevlîhev e. Her welatek dixwaze li gor berjewendiyên xwe plana xwe pêk bîne. Berê li Sûriyê şerê nevxweyî bû, lê îro ev welat di hundirê wî şerî de ne. Ji ber vê jî em wek miletê Sûriyê emê qelenê wê bihtir deynin.”

Her li gorî rêkeftinê, hemû çekên giran ji devera bêçek dê bêne kişandin û dê Tirkiyê û Rûsiya bi xalên hevbeş çavdêriya devera navbûrî bikin.

Ji aliyekî din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku rêkeftina Sochi dê bi hin bandorên neyênî li ser rewşa Kurdan li bajarê Efrînê bike. Tekez dikin jî ku ev rêkeftin dê demkî be, ji ber pirsgirêkên Tirkiyê zêdetir dike û egerên şerekî giran di pêşerojê de bi xwe re tîne.

Endamê Desteya Siyasî ya Yekîtiya Lêberal a Kurdistanî Ferhad Têlo dibêje: “Ev rêkeftina ku çê bûye, demkî ye. piştî rêkeftina der barê Idlibê dê şerekî giran çê bibie, û bûyerên Lazeqiyê nîşana vê yekê ne, herwiha bi vê rêkeftinê Turkiyê dê zehmetiyan bikşîne û dê nikaribe barê wê yekê hilîne.”

Li bajarê Idlibê nêzî 3 milyon kes dijî û pêkanîna şerekî ji aliyê rêjîmê li ser bajêr, jiyana wan dixiste metirsiyê de, herwiha ew ji koçberiya ji dervî Sûriyê parastin, lê li gorî hin çavdêran ev rêkeftin ta demeke dirêj nadome him ji aliyê hêzên ku bi terorê hatine binavkirin mîna Cebhet el-Nusra û hin ji aliyê hin dewletên ku ne beşek in ji vê rêkeftinê mîna Îran û Amerîka ve.