ENKS hilbijartinên “Bakurê Sûriyê” red dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinên dê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 22 Îlonê de li Rojavayê Kurdistanê werin kirin, red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinên dê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 22 Îlonê de li Rojavayê Kurdistanê werin kirin, red dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku çavên gelê Kurd li hundir û li derveyî welat li proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne, PYDê bi takalî hilbijartinên komînan di vê demê de dike, ew jî hewleke zelal e ji bo çavpoşiyê li  referandûmê bike.”

ENKSê amaje bi wê kir, “PYDê gef û fişarên li dijî mafê mirovan li welatiyên Kurd dike û zorê li welatiyan dikin û wan neçar dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin.”

Biryar e di 22ê vê mehê de, Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê hilbijartinên encûmenên taxan (Komînan) bike, ENKSê jî wê hilbijartinan red dike.

ENKSê bang li welatiyên Kurdistana Sûriyê kir, wan hilbijartinan baykot bikin û ragihand, “Ew hilbijartin rêzê li xebata gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî ya bi dehên salan nagire.”