Israîl ala xwe li ser Heyvê bilind dike

Biryar e siwariya ezmanî ya Israîlî, di meha Berçileya îsal (Dîsember) de, bê berdan û piştî du mehan bigihêje ser pişta Heyvê

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistineke Israîlî taybet bi lêkolînên ezmanî ragihand, ku ew pilana şandina siwariyeke ezmanî ji bo Heyvê datîne.

Biryar e siwariya ezmanî ya Israîlî, di meha Berçileya îsal (Dîsember) de, were berdan û piştî du mehan bigihêje ser pişta Heyvê. Li gorî gerdûnzanên Israîlî, wê ew siwarî ala Israîlê li ser Heyvê biçikîne û piştre wê lêkolînan li ser zevî û kêşa mignatîsê li ser Heyvê bike.

Herwiha tîma Israîlî diyar kir, ku 95 milyon dolar wê li vî pirojeyî bê xerckirin û merema wan ji vî pirojeyî ew e, ku xelk zanibin, ku mirov kare bi gujmekî hindik serdana Heyvê bike.

Berî niha hemû siwariyên ku serdana Heyvê kiribûn, ji aliyê Amerîka, Rûsya û Çînê ve, bi riya Hikûmetên wan welatan dihatin perepêdan, lê ev yekem car e, ku rêxistinek perepêdana şandina siwariyekê ji bo Heyvê dike.   

Jêder- BBC Arabic 

N.O