Demîrtaş û Yûksekdag tên dadgehkirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî 13 mehan ji girtina wê, îro hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdag bi tometa bangeşeyê ji bo PKKê tê dadgehkirin û biryar e sibe dosyeya Demîrtaş jî li dadgehê bê vekirin.
Bi gotina parêzeran, sed dosye li dijî Demîrtaş hatine vekirin, lê heger sedemên siyasî çênebin, wê Demîrtaş bê berdan.
Di 4/11/2016an de, herdu hevserokên HDP Selaheddîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li gel 11 perlemanterên din yên HDPê bi tometa alîkarîkirin û bangeşekirinê ji PKKê re hatin girtin.