Amêrê elektronî di hilbijartinên Kurdistanê de dê neyê bikaranîn

Hilbijartin dê bi awayê sîstemê kevin birêve biçe, amaje kir ku tevayyia rêkarên pêwîst, ji bo rêgirîkirin ji sextekariyê re dan e pêş

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiyê li herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar, di konferansek rojnamevanî de ragihand ku, di çarçoveya berjewendiyên giştî de, Encumena Komisyaran bi tevayiya dengan biryar da ye, amêrê elektronî yê dengdanê di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de neyê bikaranîn.

Hilbijartin dê bi awayê sîstemê kevin birêve biçe, amaje kir ku tevayyia rêkarên pêwîst, ji bo rêgirîkirin ji sextekariyê re dan e pêş.

Hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, dê di 30ê Îlonê de lidar bikeve.

 

C.B