Sigmar Gabriel: Me gelek sebr bo Tirkiyê nîşan da

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva ya Almanyayê nerazîbûneke tund li Tirkiyê nîşan da û got, pêwendiyên wan ên digel Tirkiyê êdî bi vî awayî nabe berdewam bike.

Wezîrê Derva ya Almanyayê Sigmar Gabriel piştî girtina çalakvanê mafê mirovan Peter Steudtner civîneka çapemeniyê pêk anî û da zanîn ku girtina Peter Steudtner bêdengkirina kesên rexnegir in û herwiha Tirkiye ji mêj ve pilan kiribû ku çalakvanê mafê mirovan Peter Steudtnerî bigre.

Sigmar Gabriel amaje bi wê jî kir, divê ew derbarê pêwendiyên xwe yên digel Tirkiyeyê de rêyeka nû bibînin. Pêwendiyên wan nabe bi vî awayî berdewam bike. Siyaseta berpirsên Tirkiyeyê bêencam namîne. 

Wezîrê Derva yê Almanyayê got, ew gelek caran li hemberî Tirkiyê bisebir tevdigerin, lê ev yek ne bihêsanî ye.

Çend rojan berî niha 6 çalakvanên mafê mirovan hatibûn girtin. Yek ji wan welatiyê Almanyayê Peter Steudtner bû. Almanya li ser girtina Peter Steudtner nerazîbûnek tund li Tirkiyê nîşan dabû.