Hewldan a kuştina Macron hatiye plankirin

Ajansa navneteweyî Reuters di nûçeyek bilez de ragihand ku, Hêzên Ewleyî yên Fransayê eşkere kirin e ku, 6 kesan xwestiye hewla kuştina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bidin, lê hatine binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa navneteweyî Reuters di nûçeyek bilez de ragihand ku, Hêzên Ewleyî yên Fransayê eşkere kirin e ku, 6 kesan xwestiye hewla kuştina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bidin, lê hatine binçavkirin.

Ligor kanala telewizyonî ya Fransî BFM, her şeş kesên hatine girtin rastgîr in tundrew in.

Serokomarê Fransayê ciwantirîn Serokomarê welatê xwe yê dîrokê ye û bi dengek gelek bilind ji alî dengdêran ve di hilbijartina 14 Gulan a 2017an hatibû hilbijartin. Ligor rapirsiyan dinav raya giştî ya Fransayê de xwedî hezkirinek mezin e.

 

 

C.B