Dawudoglû: Min dixwest serbazekî artêşa Selahedîn bûma

Dawudoglû: Ji bo kesên ku dixwazin tovên nijadperestiyê têxin nav Kurd û Tirkan de, ez vê yeke dibêjim, min dixwest wek Kurdekî serbazekî artêşa Selahedîn bûma.

K24 – Diyarbekir

Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmed Dawudoglû ku di dema pêvajoya çareseriyê de, serokwezîrtî kiribû, di çarçoveya konfiransekê de, serdana Diyarbekirê kir.

Konfiransa ku ji aliyê Cemiyeta Belavkirina Zanistê ve hat lidarxistin, Ahmed Dawudoglû wek wanebêj beşdar bû, di piraniya axaftina xwe de, behsa giringiya yekîtiya Kurd û Tirkan kir.

Dawudoglû amaje kir ku hevkariya Kurd û Tirkan dîrokî ye û hêja ye û got: "Ji bo kesên ku dixwazin tovên nijadperestiyê têxin nav Kurd û Tirkan de, ez vê yeke dibêjim, min dixwest ku wek Tirkmenekî serbazekî artêşa Alparsilan bûma û min dixwest wek Kurdekî jî serbazekî artêşa Selahedîn bûma."

Di wê konfiransê de, Dawudoglû çarîneyek ji Helbesta Feqê Teyran a bi navê (Dilo Rabe) xwend.

Derbarê daxuyaniyên Dawudoglû, akademîsyenê Zanîngeha Dicle Ahmed Înan: "Gotinên Dawudoglû baş in. Wek şexsî nerîn û gotinên AKP erênî ne. Lê divê em van gotinan di piratîkê de jî bibînin. Bhhsa Kurdan dikin, behsa zimanê Kurdan dikin lê wek erdnîgarî dema navê Kurdistanê were hole, êrîş dikin."

Serokwezîrê Tirkiyê yê Berê Ahmed Dawudoglû di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya Diyarbekirê ya ji bo cîhana Îslamî û di dawiya konfiransê de, Mishefa Şerîf a 500 salî ku ji destnivîsê pêk tê, jî bo Dawudoglû hat diyarîkirin.