Îran ji Korya Bakur re: Ji Amerîka bawer neke

Îran: Em nizanin Serokê Koryay Bakur li gel çi kesekî danûstendinan dike, lê ji me re zelal e, ku Trump amade ye, berî ku li mala xwe vegere, wê rêketinê hilweşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokê Ameîrka Donald Trump û yê Korya Bakur Kim Jong Un,  yadaştek çar xalî di civîna xwe ya dîrokî de li Sengapure îmze kirin, Îran hişyarî da serokê Korya Bakur, ku ew rêketin berdwam nabe.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyên Komara Islamî ya Îranê (Îrna), alîkarê Serokê Îranê Mihemed Baqir Newbexet, derbarê rêketina di navbera Trump û Kim de got: "Em nizanin Serokê Koryay Bakur li gel çi kesekî danûstendinan dike, lê ji me re zelal e, ku Trump amade ye, berî ku li mala xwe vegere, wê rêketinê hilweşîne".

Herwiha Îran daxwaz ji Serokê Korya bakur xwest, ku ji sozên Trump bawer neke, ji ber ku Amerîka û Îran jî, rêketinek li ser çekên etomî yên Îranê îmze kiribûn, lê Donald Trump biryar da xwe ji wê rêketinê bikişîne û dubare sizayan li ser Îranê bisepîne.

N.O